Till innehållet

Kurdî/Kurmancî (Nordkurdiska)

Desteya îtirazê ya Dadmendiya Dibistanê dişibe dezgehekî dadgehî. Ew li hin dozên biryargirtî yê dibistanan ku hatine îtirazkirin dinêre. Serok û cîgirê desteyê hiqûqzan in û ezmûna wan ya dadgeriyê heye. Ji bilî wan di desteyê de ev rayedar hene; pisporekî perwerdê, doktorekî dibistanê, psîkologek, pedagogek taybet, midûrek û şêfekî hiqûqzan yê berê.


Mirov çawa îtiraz dike?

  • Kontrol bike bê biryar tê îtirazkirin. Tu dikarî têkiliyê bi me re deynî û bipirsî yan jî biçî vira û bi swêdî bixwînî: Vilka beslut kan överklagas
  • Îtirazê ji biryargiran re bişîne, ne yekser ji Desteya îtirazê ya Dadmendiya Dibistanê re.
  • Di nava sê hefteyan de divê biryar hatibe îtirazkirin.
  • Binivîse bê tu kîjan biryarê îtiraz dikî, tu çi guhertinê dixwazî û çima.
  • Nav, hejmara kesîn û agahiyên xwe yên têkiliyê binivîse.
  • Îtiraznamê îmze bike.
  • Îtirazname û belgeyên din ku tu dişînî dibin belgeyên giştî û herkes dikare wan bixwîne. Biryarên desteyê fermî ne.

Qanûn û qaîde

Qanûna dibistanê bi swêdî (girêdanka derve, pencereyek nû)

Têkiliyê bi me re deyne

Navnîşana posteyê

Skolväsendets överklagandenämnd
Box 23069
104 35 Stockholm.

Navnîşana serlêdanê

Sveavägen 159, Stockholm

Telefon

08-58 60 80 00

Faks

08-58 60 80 09

E-name

overklagandenamnden@overklagandenamnden.se